Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanek li Efrîna dagirkirî revand.
Li gor çavkaniyên xwecih yên li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo (26) yê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa revand.
Hate ragihandinê ku dema Hesen El Hemo ji bajarokê Basûtê vedigeriya bajarê Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.
Di heman çarçoveyê de, nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku MIT’a Tirk 7 welatî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî revandine.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî yên Sûriyê wek Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî didomin.



