Şêniyên Kobanê: Ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya me tune ne

Têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên gel zêde bûn.
Şeniyên Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide şêniyan bide koçberkirin û got “balafirên dijmin me natirsînin” û dê li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Mihemed Meşel destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û ev yek got:

“Dewleta Tirk bi rêya topbaran û bombebaranên ketober ên li dijî welatî û cihên stratejîk siyaseta tirsandina civakê dimeşîne.

Bi wê re wan neçarî koçberiyê bike.Lê peyama me eşkere ye, em dev ji axa xwe bernadin, emê li dijî êrişan li berxwe bidin.

Divê gel li hember dijmin hevgirtî be û planên dijmin têk bibin.”

Welatiya bi navê Wedhe Reşîd jî got:

“Ji bilî berxwedanê tu rê li pêş me tune ne.”

Welatiyê bi navê Merwan Ebdulwehab Bozan jî wiha got:

“Balafirên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin. Helwesta me eşkere ye û em xaka xwe bernadin.

Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî, ji ber ku ew parêzvanên vî welatî ne.”

Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya Til Rifat topbaran kir

Back to top button