ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 99’AN DE YE

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz û Fadîla Tok didome.

Çalakger di pêkanîna armanca çalakiya xwe de bi israrin.

Ji bo piştevaniya bi çalakgeran re şandeyekî Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê serdana çalakgeran kir.

FILM

https://rojnews.news/ku/kurdistan/berxwedana-calakgeren-li-hewlere-99-roj-li-pey-xwe-hist-29292

ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 99’AN DE YE

Li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ev 99 roj in greva birçîbûnê dewam dike.

Greva birçîbûnê îro ji aliyê koma 50’emîn ve hate dewirgirtin.

Her wiha rojane welatî û nûnerên partî û rêxistina serdana çalakgeran dikin.

Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 99’an de bi biryardarî didome.

Tevî ku rewşa tenduristiya Yagiz girane û duh rakirin nexweşxaneyê jî lê, tedawî red kir.

Yagiz eşkere dike ku heta dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê wê çalakiya xwe dewam bike.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş di dema dewirgirtinê de axivî û got,

Divê piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê werin zêdekirin û ji bo bi karin bi hev çalakiyan berfireh bikin.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/tevgera-goran-pistgiri-da-calakgeren-greven-bircibune-29298

TEVGERA GORAN PIŞTGIRÎ DA ÇALAKGERÊN GERVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Her wiha şandeyekî Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro serdana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê kir.

Cîgirê serokê Koma Tevgera Goran Belên Îsmaîl axivî û got;

Em piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran dubare dikin.

Li Parlamentoya Kurdistanê ji bo çalakgeran tişta dikeve li ser milê me emê bikin.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 73’yan de ji aliyê koma 25’emîn ve hate dewir girtin.

Çalekiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok a 20’ê Çileyê jî dest bi greva bêdawî û bêdorveger kiribû jî di roja 39’an de bi biryardarî dewam dike.

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Silêmaniyê ku li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê 14’ê Kanûna 2018’an hatibû destpêkirin di roja 76’an de ye.

Çalakî ji aliyê koma 40’an de ye.

Li navçeya Kelar a ser bi Rêveberiya Germiyanê, ji bilî endezyar Herêm Mehmud û mamosta Cuma Kerîm li gel mamostayê beşê Werzîşê Serdar Melihe jî dest bi çalakiya greva birçîbunê kir.

Her wiha çalakiyên grevên birçîbûnê yên li bajarokê Xanesorê jî , di roja 53’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button