Rêveberiya Xweser biryara zêdekirina mûçeyên karmendan da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara zêdekirina mûçeyên karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser de û piştevaniya projeyên aborî da.

Desteya Serokatî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê re civiya.

Civîn li avahiya meclisê ya navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş diyar kir ku desteya serokatiyê li herêma Cizîrê gelek civîn ji bo nirxandina geşedanan li dar xistin.

El-Mihbaş bi bîr xist ku desteyê ji bo dema bê bernameyek daniye da ku li nêrîn û pirsgirkên gel guhdar bike.

Di civînê de mijarên wekî girtina tedbîrên ji bo sivikkirina barên aloziya aborî, bi taybet piştî ku Qanûna Qeyser kete meryetê hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku di civînê de rêbazên çareserkirina pirsgirêka nan, piştgiriya projeyên biçûk, pêşxistina aboriya civakî û peydakirina avê ji kantonê re hatin nîqaşkirin.

Bêrîvanê eşkere kir ku di civînê de biryar hate girtin ku fonên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bêne zêdekirin, bihayên enternetê kêm bibe, destekê bidin projeyên biçûk, navendên frotina madeyan vekin, çavdêriya dikanên guherîna pereyan bikin û rê li pêşiya keysbaziyê bigrin û piştgiriya projeyên çandiniyê bikin.

Bêrîvan destnîşan kir kir ku Rêveberiya Xweser di rojên pêşiya me de dê deteyên biryarên hatine girtin ragihîne.

Back to top button