Israîlê êrişî Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin

Israîlê careke din bi dijwarî êrişî Paytexta Sûriyê Şamê kir. Li gor Hikûmeta Şamê, 4 leşkerên wan hatine kuştin. Duh bi şev, Israîlê hin baregehên leşkerî li derdora Şamê topbaran kirin. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku di encama êrişê de, 4 leşkerên wan hatine kuştin û ziyanên madî çêbûne. Israîlê êrişî Şamê kir