Civîna Komîteya Amadekirina Peymana Civakî du rojin li Hesekê didome

Ji bo jinûve-sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh li bajarê Hesekê civîna dawî dest pêkir.
Civîn bi beşdarbûna tevahî endamên komîteya berfireh ku ji 157 delgeyan pêk tê, 2 rojin dewam dike.

Têkildarî du rojên borî de Hevseroka Meclisa Sûriya Demoqratîk Amîna Omer diyar kir ku roja yekê ji civînê niqaş li ser pêşgotina peymana Civakî ya herêmê bû û îro jî niqaş li ser prensîbên bingehîn yê Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.

Her wiha endamê komîteya teng ya sazkirina Peymana Civakî Ekerm Hiso jî da zanîn ku piştî gavên girîng yên ji aliyê rêveberiya xweser ve, pêwîstî hebû ku peymana civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî demê û nerînên pêkhateyên herêmê ji nûve were guhertin.

Back to top button