Bangladeş ji ber bagerê di alarmê de ye

Li Bangladeşê ji ber bagera Sitrangê di alarmê de ye.
Heta niha herî kêm 28 kes ji ber bagerê mirine û mîlyonek kes ji malên xwe derketine.

Bagera şeva duşemê li başûrê welat dayî, ziyanek zêde li pey xwe hişt.

Beriya ku bager bigihêje herêmê rayedaran milyonek kes ji cihê wan derxistin.

Ji ber bagerê keştiyek noq bû û cenazeyê çar xebatkarên keştiyê ji deryayê hatin derxistin.

Hate diyarkirin ji ber bagerê herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û elektrîka 5 milyon kesan jî qut bûye.

Li gorî hikumetê 10 hezar malên banê wan ji tenekeyan e yan hilweşiyane yan jî xisar dîtine.

Back to top button