Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Ebdulmecîd El Esed spart axê

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulmecîd Ehmed El Esed li goristana şehîdan oxir kir.
Di merasîmê de teqezî bi sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hate kirin.

Şervanê QSD Ebdulmecîd Ehmed El Esed di 24’ê Hezîranê de di encama kirîza dil de şehîd bû.

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li Goristana Şehîdan kom bûn û cenazeyê şehîd Ebdulmecîd Ehmed El Esed oxir kirin.

Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rûspiyên êlan tevî şêniyên navçeyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr El Taan axivî û got:

“Tu hêz nikare li hemberî vê bisekine. Ji fedakariya şehîdan mezintir tiştek din tune ye.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê jî Ûde El Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd.

El Hesen banga hevgirtinê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li gelên herêmê kir.

QSD: Şervanê me Ebdulmecîd El Esad ji ber krîza dil şehîd bû

Back to top button