Dagirker Eyn Îsa topbaran dikin Rûsyaya garator jî bêdeng e

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa bê navber didome.. Îro dîsa artêşa dagirker gûndên Mişêrfê û Cehbel ên Eyn Îsa topbaran kir.
Çeteyên dewleta Tirk li ber çavê Rûsyaya qaşo garantore malên sivîlan topbaran dike û sivîlan dike armanc.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li herêmên Bakûr û Rojhialtê Sûrî berfireh bike ev demeke dirêje navçeya Eyn Îsa topbaran dike

Ji duh êvarê ve artêşa dagirker êrîşên xwe ya li ser Eyn Îsayê didomîne.

Îro piştê nîvro careke din artêşa dagirker û çeteyên xwe, gundên Mişêrfê û Cehbel ên ku bi 2 km li rojhilatê Eyn Îsayê ne, bi çekên giran topbaran kirin.

Li gorî agahiyan topbaran hemwextî xwepêşandana sivîlan a li nêzî baregeha Rûsya ya li Eyn Îsayê pêk hat.

Tevî ku topên dewleta Tirk nêzikî baregeha Rûsan jî ket, lê Rûsya li hember êrîşên dewleta Tirk bêdengiya xwe didomîne.

Back to top button