”Tirkiye mafê mirovan ê navneteweyî binpê dike”

Hiqûqnas Xalid El Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk dema Rêber Apo ji qanûna `mafê hêviyê` mehrûm dike, qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Hiqûqnas Xalid El Hesen diyar kir ku di vê dawiyê de dewleta Tirk tecrîd girantir kir û got:

Hevdîtinên malbat û parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re qedexe kirin.

Ji xwe agahî bi carekê jê nayên wergirtin. Ev li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne.”

Ji bo naskirina rewşa Rêber Apo ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê panelên hiqûqî û qanûnî bên lidarxistin.

Di dawiyê de El Hesen eşekre kir ku ji bo ku tecrîda girankirî bêrakirin pêwîste bi her awahî çalakiyan li dar bixin.

Heta ku mafê mirovan ê navneteweyî li tirkiyê pêk bê em li qadanbin û doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Back to top button