Li Iraqê 39 rewşên nû bi Coronayê ketine, hatin tomarkirin

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 39 kesên nû bi virûsê ketine hatin tomarkirin, her wiha rewşa 51 kesan jî baş bûye.

Di saetên êvarê de Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê  rewşa dawî ya têkildarê virûsa Coronayê ragihand.

Li gor daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawiyê de li Iraqê 39 kesên ku nû bi virûsê ketine hate tomarkirin û rewşa 51 nexweşan jî baş bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesek li Bexda û yek jî li Silêmaniyê ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha Li Iraq û başûrê kurdistanê hezar û 318 kes bi Coronayê ketine hatine tomarkirin , ji wan 72 kesan jiyana xwe ji dest dane û 601 kes jî rewşa wan baş bûne.

Back to top button