Îsraîl wargehên li sînorê Libnanê vale dike

Îsraîl wargehên li ser sînorê Lubnanê vala dike.
Îsraîlê dest bi valakirina 28 wargehên li ser sînorê Libnanê kir.
Her wiha nûçeyên ku dibêjin agirbest li başûrê Xezeyê pêk were jî red kir.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê têkildarî rewşa li sînorê Lîbnanê daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku piştî êrîşên çekdarên Hizbullahê yên li başûrê Libnanê plana veguhestinê despê kiriye.

Her wiha diyar kir ku wargehên li bakurê Îsraîlê yên li ser sînorê Libnanê hatin valakirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku kesên heta du kîlometreyan dûrî sînor bimînin wê li stargehên dewletê bên bicihkirin.

Her wiha teqezî li ser wê yekê hat kirin ku ji plana veguhestinê wê 28 mezra bandor bibin.

Di daxuyaniya Hêza Xebatê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Libnanê (UNIFIL) de hat ragihandin ku roket li baregeha NY ya li Naqura ya li ser sînorê Libnan-Îsraîl ket.

Îsraîl li pêşberî egeriya eniyek nû ya şerê li sînorê Libnanê, herêmeke 4 kîlometre ya tanpon çêdike.

Rêveberiya Tel Evîvê di her fersendê de Hizbullaha Libnanê hişyar dike ku di rewşa êrişek ya şer de, wê derbasî Libnanê bibin.

Şerê Îsraîl û Hamasê: Rojane li Xezayê bi sedan kes tên kuştin

Back to top button