Li 110 welatan ji 6,1 milyar mirovî 1,1 mîlyar di nava xizaniyê dene

Sibê 17’ê Cotmeh, roja cîhanî a têkoşîna li dijî xizaniyê ye.
Di vê çarçoveyê de Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) raporek weşand.
Li gorî wê di nava 110 welatan de ji 6,1 milyar mirovî 1,1 mîlyar kes di nava xizaniyê de ye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di 22’ê Kanûna 1992’an de 17’ê Cotmehê weke roja têkoşîna li dijî xizanî ya Cîhanê îlan kir.

Di vê çarçoveyê de NY bi çalakiyên organîze kirî hewil dide bala civaka navneteweyî bikşîne ser mijarê.

Li gorî Endeksa Xizanî ya Piralî ya Cîhanî ya 2023’an a UNDP, li 110 welatan ji 6,1 mîlyar mirovî 1,1 mîlyar bi xizaniyê re têdikoşin.

Ev rêje di rapora UNDP’ê ya salên 2020-2023’an de cih digire.

Di raporê de tê diyar kirin ku rêjeya xizaniyê li welatên kêm-dahat di navbera salên 2020 û 2023’an de zêde bûye.

UNDP balê dikişîne ser wê yekê ku divê herêmên xizanî heye bên naskirin û polîtîkayên pêwîst bên afirandin.

Li dinyayê ji her 6 feqîrî 5 kes li Afrîka an jî Asyaya Başûr dijîn.

Rêjeya xêzaniyê li Herêma Afrîka sedî 47,8 li Asyaya Başûr jî ji sedî 34,9 e.

Back to top button