6’ê vê mehê, 6 girtiyên Filistînî ji zindana Celbûi a li Cenînê reviyabûn..
Piştî lêgerînê ewlehiya Îsraîlî, 4 girtî hatin girtin..
Belê îro, piştî 13 rojan, ewlehiyê her du girtiyên mayî jî girtin.
Li gor agahiyan, her du girtî “Eyhem Kememcî” û “Munadil Nifêat” vê sibehê, li rojhilatê bajarê Cenînê bi operasyonekê hatin girtin..
Ragihandina Îsraîlî dibêje 2 kesên ku piştgirî daye van girtiyan jî hatin girtin..
Jixwe berî vê yekê, di navbera şêniyên cihê girtinê û leşkerên Îsraîlî de şerekî rû dabû..
Şêniyan kevir û şûşeyên agir avêtin leşkeran..
Di encamê de, ti ziyan derneketin..
Berî niha jî, desthilata Îsraîlî “Yaqûb Qadirî”, “Mehmûd Arîda”, “Mihemed El-Arîda” û “Zekeriya El-Zibêdî” girtibûn..