Li Tahranê xwepêşandanên dijî dewleta Îranê pêk hatin

​​​​​​​Serhildanên gel ên li Îranê piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin, 7 meh in bênavber didomin. Xwepêşanderên li Tahranê li kolanan çalakî li dar xistin peyam dan ku heta azadiyê bidest nexin ew ê qadan neterikînin. Desthilata Tirk jî dest danîn ser wêneya Jîna Emînî ku rojnamevaneke girtî xêz kiribû.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza azadiyê dewam dikin.

Serhildanên gel 7 meh in bênavber didomin.

Heta niha êşkence, girtin, binçavkirin û darvekirinê nekariye gel ji daxwaza wan bide paş.

Rojane li gel û jin dadikevin kolanan û xwepêşandanên li dijî dewleta Îranê li dardixin.

Li paytexta Îran Tahranê meşên mezin yên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Tevî tedbîrîn ewlehiyê, xwepêşanderan li dijî dewleta Îranê dirûşm berz kirin û daketin kolanan.

Tahraniyan bi gotinên ‘Heta em azadiya xwe bi dest nexin, em ê qadan neterikînin’ wêneyên kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane li xalên cuda yên bajar daliqandin.

Hêzên ewlehiyê ku xwestin mudaxeleyê girseyan bikin gelek kes derb kirin û binçav kirin.

Dewleta Tirk dest danî ser wêneya Jîna Emînî ku rojnemevanek girtî xêz kir

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin.

Rojnameger Neşe Toprak a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de ye, bi boneya 8’ê Adarê wêneya Jîna Emînî li ser lacikê xêz kiribû û xwestibû bişîne ajansa Jinnews.

Lê rêveberiya girtîgehê dest danî ser lacika ku wêneya Jîna Emînê li ser heyî.

Rojnameger Neşe der barê mijarê de serî li Dadgeha Înfazê ya Amedê da û serlêdana wê hat redkirin.

Dadgeh wiha bersiv Neşeyê da:

“Di encama lêkolîna me de hat dîtin ku bi armanca rêxistinbûnê û ji bo amûra ragihandinê, em wek xeter dibînin. Ji ber vê jî em serlêdana wê red dikin. ”

Neşe, piştre daxwaznameyak şand Dadgeriya Înfazê ya Amedê û têde got:

Ez wênesaz im. Min çawa li derve karê xwe dikir, niha li girtîgehê heman karî dikim. Ez daxwaz dikim ku bila ev biryara dîsîplînê bê rakirin û name û wêneya ku min xêzkirî îadeyê min bikin.

Back to top button