Di heftiyekê de 25 malbat vegeriyan Şengalê

Ji ber aramiya li Şengalê, tenê di hefteyekê de 25 malbat vegeriyan Şengalê. 

PDK bi hezaran Êzidî di wargehên Başûr de digre û nahêle vegerin ser axa xwe ay pîroz.

Tevî êrişên dewleta Tirk û hemû astengiyên PDK’ê jî vegera ji bo Şengalê dewam dike.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ragihand ku hemû sazî ji bo pêşwazîkirina şengaliyan amade ne.

Rêveberiyê da zanîn ku ew hemû xizmetan pêşkêşî xelkê xwe yê vedigerin Şengalê dikin û got:

”Niha Şengal di warê aramî û ewlekariyê de, ji gelek herêmên Iraqê baştire.”

Li gorî daneyên Asayîşa Êzidxanê, di nava heftiyekê de 25 malbatên di wargehan de, vegeriyan Şengalê.

Bi vê re hejmarê re, malbatên di nav du salan de vegeriyan Şengalê gihîşt zêdetirî 4 hezar û 770 malbatî.

Back to top button