Li Hesekê çalakiya kon di roja duyemîn de berdewam dike

Çalakiya Kon a ku Însiyatîfa Gel a kantona Hesekê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dabû destpêkirin di roja duyemîn de didome.

Li bakur û rojhilatê sûrî çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi şêwazên cûrbecûr berdewam dikin.

Însiyatîfa Gel a bajarê Hesekê çalakiya kon li gulistan 4’ê Nîsanê ku taxa Mişêrfê ya Bajêrê Hesekê ye da destpêkirin

Însiyatîfê doh bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê çalakiya xwe bi daxuyaniyek ragihand.

Çalakî îro di roja duyemîn de bi beşdariya şêniyên Dirbêsiyê berdewam dike.

“Em ê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin”

Back to top button