Amerîka daxwaz ji Awustralya kir ku keştiyê şer bişîne behra sor

Amerîka hewl dide li Derya Sor li hember êrîşên Husiyan çareseriyek peyda bike.
Amerîka daxwaz ji Awustralya dike ku keştiyek şer bişîne Deryaya Sor.
Her wiha Îran jî derbarê hewldanên Amerîkayê daxuyaniyek da û got: “Heger Amerîkayê li Deryaya Sor koalîsyoneke navneteweyî ava bike dê pirsgirêkên awarte re rûbirû bimîne.”

Amerîka daxwaz ji Awustralya kir ku keştiyek şer bişîne Deryaya Sor li dijî Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştevaniya wan dike.

Li gorî rapora ABC News`ê, daxwaza hêzên deryayî yên Amerîkayê rojekê piştî wê yekê hat ku Awustralya dengê “erê” da li ser biryara rawestandina alîkariyên mirovî li Xezeyê.

Cîgirê serokwezîrê Avusturalya Richard Marles anî ziman hukûmet li ser vê daxwazê ​​difikire, lê bala welatê wî li ser çalakiyên hêza deryayî “li herêma xwe ya nêzîk” bû.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder duh di civîneke çapemeniyê de diyar kir, divê civaka navneteweyî piştgirî bide hêzeke xebatê ya ku dê keştiyên li Deryaya Sor biparêze.

Amerîka hewl dide li Derya Sor koalîsyoneke navneteweyî ava bike

Wezîrê Parastinê yê Îranê Serfermandar Muhammed Riza Aştîyanî anî ziman heke Amerîka li dijî kiryarên Hûsiyan ên li Yemenê li Deryaya Sor koalîsyoneke navneteweyî ava bike dê rûbirûyê “pirsgirêkên awarte” bibin.

Aştîyanî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) re axivî û derbarê plana Amerîkayê ya avakirina hevpeymaniya navdewletî ya li Deryaya Sor de nirxandinan kir.

Îran: Dê Amerîka li Derya Sor rastî pirsgirêkên awarte re were

Aştîyanî da zanîn ku herêm ne di rewşekê de ye ku êdî tehemûlê nakokiyên hêzê bike û got:

“Ew (Amerîka) nikarin tiştekî wiha bikin û eger bixwazin tiştekî wisa bikin, dê bi pirsgirêkên awarte re rû bi rû bimînin.

Hemû welat li vê herêmê hene, lê ev herêm herêma me ye.

Em li wê herêmê serdest in û qet kes nikare li wê herêmê manevra bike.”

Husiyan ragihandi bû ku ew dê keştiyên ku di Derya Sor re derbas dibin asteng bikin heya ku êrişên Îsraîlê li ser Xezayê bi dawî bibin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Washington bi hevpeymanên xwe re derbarê avakirina Hêza Peywira Deryayî ya li Deryaya Sor de gotûbêjan dike.

Back to top button