Îsraîlê deverên komên Îranî li Siwêdayê kirin armanc

Artêşa Îsraîlî çareke din deverên komên Îraniyan li Sûriyê, kirin armanc.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku artêşa Îsraîlî deverên komên Îraniyan û hêzên hikûmetê, li gundê El-Dor a Siwêdayê bi mûşekan, kirin armanc.

Ti agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê “SANA” ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî êrîşeke Îsraîlê li dijî başûrê welêt têk bir.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Sûrî, ev yek piştî serdana fermandarên artêşa Îranî ya ji bo navendên leşkerî yên Sûrî, bi 48 saetan pêk hat.

Back to top button