Li Kampa Holê 6 term di nava 2 rojan de hatin dîtin

Hêzên Asayîşê di 2 rojan de, 6 term ku bi destê şaneyên DAIŞ’ê hatine kuştin, li Kampa Holê dîtin.

5’ê Çileyê, hêzên Asayîşê termê 3 penaberên Iraqî yên bi navên

Îde Mihemed Ewad

û hevjînê wê Îbrahîm Egle Setam ê Sûrî

û birayê wê Îyad Mihemed Ewad, dîtin.

Di heman rojê de, Hêzan her wiha termê jinek Sûrî bi navê Samiya Ebdullah Hemed li beşa 4’an a Kampa Holê kuştî dît.

Li navneda Heyva Sor a Kurd eşkere bû ku Samiya bi 2 guleyên di serî de, hatiye kuştin.

Şevê din jî, agahiyeke din ji Hêzên Asayîşê re hat ku ciwanek li beşa 5’an a Kampê hatiye kuştin.

Ew ciwan ji Sûriyê, ji şêniyê Hecînê û bi navê Mûsa Elî Seîd (26) e û bi 2 guleyên di serî de hatiye kuştin.

Her wiha jinek bi navê Sûad Herîr Ebid Hemze ya Iraqî 2 gule di serê xwe de xwariye.

Hîna jî lêpirsînên Hêzên Asayîşê der barê kesên ev sûc kirine de, berdewam in, tiliyên tawnbariyê jî dirêjî çeteyên DAIŞê dibin.

Back to top button