Kongreya 9. a PYD duh li bajarê Hesekê dest pê kir û îro di roja 2. de ye.
Di kongreyê de derdora 700 delegeyî beşdar in.
Duh di roja yekem de, 12 kesayetên welatparêz ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin xelatkirin.
Tê de bang li civaka navneteweyî jî hat kirin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest be û banga azadiya Rêber Apo jî hat kirin.
Li gorî Komîteya Amadekar, îro wê hevserok û meclisa nû ya partiyê werin hilbijartin.
Û Kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Ji beşdarên Kongreyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîda a Herêma Firatê Ayşe Efendî û Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Şerîfe Hesen ji televizyona me re der barê kongreyê de axivîn .