Cenazeyê Şehîd Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî ên di êrişa dewleta Tirk ya li Kelarê de şehîd bûn, ber bi Rojavayê Kurdistanê hatin oxirkirin.
Danê sibê cenazeyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî ji tiba edlî ya Silêmaniyê hate wergirtin û bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê hate oxirkirin.
Di merasîma oxirkirina cenaze de xelkên başûrê Kurdistan bê navber dirûşmeya ‘Bimre xiyanet’ qîrkirin.
Dema oxirkirina cenazeyên şehîdan de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya Başûrê Kurdistanê Evîn Swêd axivî û diyar kir ku ewê layîqê şehîdan bin û rêya wan bişopînin.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî teqez kir ku wê dagirker û xayîn negîhîjin armancên xwe.