23 baroyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daxwaza azadiya demîrtaş kir

Giftûgo li ser biryara DMME’yê dewam dike û 23 baroyan jî banga berdana Demîrtaş kir.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), biryar dabû ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê were berdan.

23 Baroyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê têkilarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de daxuyaniyek hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ser girîngiya biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û bang li rayedarên Tirkiyê hat kirin ku biryarê bi cih bînin û Demîrtaş berdin.

Back to top button