Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbic û gundewarên wê Hisên El-Ewnî anî ziman ku Xweparastin dikeve ser milê her kesî û got: “Civaka hevgirtî dikare li hember gefan bisekine.”
Hisên El-Ewnî diyar kir ku erka xweparstinê dikeve ser milê her kesên di civakê de û wiha domand:
“Hêzên Xweparastin û hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyên civakê pêk tên.
Lewma hevgirtina civakî di navbera wan de heye.”
El-Ewnî bang li şêniyên herêmê kir ku xaka ku li ser dijîn biparêzin û destek bin.
Hisên destnîşan kir ku ew li hember çi gefên li ser herêmê amande ne parastina wê û tevahî gelên Sûriyê bikin.
Hisên El-Ewnî dawiyê got :
“Ji bo pêşerojeke baş me gelek caran hewl da ku em bi aramî bijîn.
Ji ber wê jî divê em tevahî berpirsiyariya parastia herêm bigrin ser xwe. “