RAJIN: Gurbetellî Ersoz ji bo heqîqetê serdemeke nû da destpêkirin

Ragihandina Azad a jinê (RAJIN) û Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) roja rojanamegeriya jinên kurd pîroz kir û got: Teşîrkirina sûcên şer ên li Kurdistanê, binpêkirinên mafên jinan, kuştina jin û zarokan erka me yeSekna Gurbeteliyan û vegotina heqîqetê em erkê xwe yê sereke dibînin.

Ragihandina Azad a jinê (RAJIN), bi boneya salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz û roja rojanmegeriya jinên Kurd daxuyaniyek da.

RAJIN’ ê di şexsê Gurbetellî Ersoz de tevahî pêşengên ragihandina azad bi bîranî û got:

Gurbetellî Ersoz di xebata çapemeniya azad de serdemeke nû da destpêkirin.

Salên 90’î ku faşîzmê bi şerê taybet bêhn li civakê çikandibû, bi bawerî û wêrekiya xwe pêşengtiya têkoşîneke bêhempa kir.

Bi hêrs û raperîna xwe ya li dijî faşîzm û pergala mêrserwer, lêgerina xwe ya azadiyê derxiste ser hemû astan.

RAJIN’ ê destnîşan kir ku kevneşopiya çepemeniya jinan bi sekineke şoreşgerî teşe bûye û wiha domand:

Bi sedan jinên Kurd ji bo derxistina heqîqetê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê têdikoşin.

Ragihandina Azad a jinê (RAJIN), herî dawî diyar kir wê israr û biryardariya xwe heta pêkanîna azadiyê bidomîne.

YRJ: Vegotin û şopandina heqîqetê ji her demê zêdetir erkek dîrokî ye

Bi heman armancê Yekitiya Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (YRJ) daxuyaniyek nivîskî da.

YRJ’yê di daxuyaniya xwe de ev roj li tevahî kedkarên jin yên çapemeniya azad pîroz kir û ev tişt got:

“Di pêvajoyeke ku gelê Kurd bi qirkirinekî mezin re rû bi rû ye vegotin û şopdariya heqîqetê ji her demê zêdetir erk û berpirsyariyek dîrokî ye.

Di van şert û mercan de weke netew têkoşîna hebûnê çawa bi berdêlên mezin çêbûye, weke çapemeniya azad jî vegotina rastiya vê berxwedanê jî bi berdêlên giranbiha çêbûye.”

YRJ’ê da zanîn ku ew ê bi vîn û azweriyek hê mezintir xebatên xwe bidomînin û wiha got:

“Teşhîrkirina sûcên şer ên li Kurdistanê, binpêkirinên mafên jinan, kuştina jin û zarokan erka me ye.

Weke şopdarên heqîqetê berdelê wê çi dibe bila bibe bi sekin û feraseta Gurbeteliyan vegotina heqîqetê em weke erkê xwe yê sereke dibînin.

Ji bo Şoreşa jinê ya ku li Rojavayê Kurdisanê şênber bûye bikin malê hemû jinan, ji bo serkeftina Raperîna “Jin Jiyan Azadî” bi vîn û azweriyek hê mezintir em ê bixebitin.”

Back to top button