Fransa, 50 wesayîtên zirxî dişîne Ermenîstanê

Piştî şerê li herêma Qerebaxê jî di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de cih bi cih alozî xwe dide der.
Hîna jî çareseriyek siyasî û mayînde li heremê naxuyê.
Fransayê ji bo ‘pêşîgirtina êrîşên muxtemel’ 50 wesayîtên zirxî dişîne Ermenîstanê.
Azerbaycan jî ji bo çekşandinê Fransayê şermezar kir û weke alozkirina heremê bi nav kir.

Fransayê ji bo ‘pêşîgirtina êrîşên muxtemel’ 50 wesayîtên zirxî dişîne Ermenîstanê.

Li gorî rapora Senatoyê rêveberiya Parîsê bi armanca pêşîgirtina êrîşeke muxtemel wesayîtê bi navê ’24 Arqus’ ku weke ‘Bastion’ tê bi navkirin şandiye Erîvanê.

Ev wesayîtên leşkerî li Bendera Potî yê Gurcistanê bi keştiyê gihiştiye Ermenîstanê.

Her yek ji wan wesaîtan 12,5 ton e, dikare 10 kesan hilgire û bi çekên otomatîk hatiye bicîhkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Catherine Colonna, 3’yê Cotmehê serdana Ermenîstanê kiribû. Ji bo ku Ermenîstan karibe parastina xwe bike dayîna amûr û alavên leşkerî erê kiribû.

Parîs, dema şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de piştgirî da Erîvanê. Û Bakuyê jî weke gurkirina aloziyê tawanbar kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macran, di 11’ê Cotmehê de daxuyaniyek dabû û gotibû ‘Emê dest ji Ermenîstanê bernedin.’

Baku ji bo çek şandinê Parisê şermezar kir

Berdevkê Wezîrtiya Karê Derve yê Azerbaycanê Ayhan Hacizade destnîşan kir ku gavên Fransayê rewşa li heremê hîn bi aloztir bike û ev tişt got:

“Divê Ermenîstan û Fransa li heremê dawî li polîtîkaya biçekkirinê bîne.

Pêwîste fêm bikin li heremê ji bilî aştî û hevkariyê alternatîfek din tune ye.”

Hacizade bang li civaka navneteweyî kir ku Ermenîstan neyê biçekkirin.

Back to top button