Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li gel erka bersivdayîna êrişên li dijî navçeyê, bermahiyên van topan radike..Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El-Omer diyar kir ku bi rakirina bermahiyan, ew parastina jiyana welatiyan dikin.
Wîsam El-Omer da zanîn ku Bi sedan bermahiyên topên li gundan û herêmên nêzî xetên şer û derdora navçeya Eyn Îsa, El-Xalidiyê û Erîde hatin rakirin û got:
“Dema bermahiyên topan radikin, bi xetereyan re rû bi rû dimînin ku artêşa Tirk û çeteyên wê tîmên wan ên endezyariyê dike armanc.”
El-Omer destnîşan kir ku bi rakirina bermahiyan, parastina jiyana welatiyan dikin..
Wîsam bang li civata navneteweyî û Rûsyaya ku hêza garantor e, kir ku li hemberî topbarana artêşa Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.
Ji destpêka dagirkerina kantona Girê Spî 58 welatî şehîd û birîndar bûne ku di nav de jin û zarok jî hene.