Li Minbicê qezayek çêbû û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro saetên sibehê li gundê Xirfan ê rohilatê bajarê Minbicê pêk hat.
3 erebe û motosiklêtek di rê de li hev qelibîn.
Ji ber qezayê jin û zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan rewşa hin birîndaran giran e.
Endamê Rêveberiya Tirafîka Minbicê Eşref Hilal derbarê qezayê de agahî da televizyona me û diyar kir ku sedeam qezayê ew e ku zarokekî motosiklêtek dajot û ji nişkêve derketiye ser rê.