Dîmenê leşkerê Tirk yê hate kuştin: Fermandarê me berpirsyar e

Erdem Kavlak ku dewleta Tirk îdîa kir di 11’ê Tîrmehê de di encama qezayekê de miriye, di dîmenê xwe yê dawî de got,
“Eger tiştek bi serê min bê, berpirsyar fermandarên me yên yekîneyê ne.”

Dîmenê leşkerê ji Sêwasê Erdem Kavlak hate weşandin ku dewleta Tirk îdîa kiribû ku 11’ê Tîrmehê di encama qezayekê de miriye.

Leşkerê bi navê Erdem Kavlak dema ku li qada şerbû, bi tirsek mezin vîdeoyekî dikişîne û di wir de dibêje:

“Ev 3 rojin em li virin û îro jî roja me ya 4’emîn e em li vir bê av mane.

Ger ku tiştek li min an jî hevalên min were, giştî berpirsyar fermandarên me ne.

Ger tiştek li min were vê vîdeoyê radestî Wezareta Parastinê ya Artêşe Tirk bikin.”

Bi vê yekê carek din rûyê dewleta Tirk û arteşa wê ya dij mirovî derdikeve holê.

Her wiha carek din tê ditîn, hikûmeta AKP-MHP’ê tenê ji bo parastina desthilat û berjiwendiyên xwe leşkeran dişîne mirinê.

Back to top button