Li Dêra Zorê, Şehba û Helebê çalakî hatin lidarxistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
Gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe li dijî tecrîd û gefxwarina li Rêber Abdullah Ocalan bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Îro xelkê Dêra Zorê, endamên saziyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran daketin qadan.
Meş ji pêş Meclisa herêma rojhilat destpê kir û li ber nexweşxaneya Hecîn veguherî mêtingê.
Bêdengiya hêzên navnetewî li hember kiryarên dewleta Tirk ku tevahî zagonên navnetewî bipê dike hat şermezar kirin û ev hat gotin:
“Dewleta Tirk şerê projeyên azadî û demokratiyê li Rojhilata Navîn dike, herî dawî jî nameyên gefxwarinê yên li dijî rêber APO ne.”
Bang li Cîhana azad, sazî û rêxistinên navnetewî û mirovî hate kirin ku bi erkên xwe li beramber rêber APO rabin û rewşa wî zelal bikin.
“Divê Neteweyên Yekbûyî erka xwe li hember Rêber Apo bi cih bîne”
Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Efrîn û Şehbayê, Kongra Star û Yekîtiya Êzdiyan jî derbarê heman mijarê de daxuyanî dan û gotin:
“Em kiryarên derexlaqî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.
Bi van kiryaran, kirîza ku dewleta Tirk a faşîst jiyan dike, dê kûrtir bibe.
Dawiya bang li NY’ê û tevahî rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO bixebitin.
Yekîtiya parêzeran a Heleb gefxwarina li dijî Rêber Apo şermezar kir
Yekîtiya Parêzeran a Helebê jî daxuyaniyek da.
Yekîtiyê diyar kir tiştên ku dewleta Tirk dike binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û wiha hat gotin:
“Hemwextî tecrîdê, gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku dewleta Tirk bi hemû şêwazan hewl dide dawî li jiyana wî bîne.
Nameyên gefxwarinê hemwextî sedsaliya Peymana Lozanê û berdewamkirina hikumê Erdogan hatine dayîn.
Têkildarî helwesta CPT’ê ya li hember doza Rêber Abdullah Ocalan jî Yekîtiya Parêzeran ev tişt got:
“CPT, sazî û rêxistinên qanûnî, hiqûqî û mirovî yên navneteweyî tu gavên pratîk ne-avêtine.
Divê hêzên navnetewî bi erka xwe rabin û zextê li Tirkiyê bikin da ku Rêber APO serbest berdn.”