Rêveberiya Xweser projeyeke rasteqîn a bidawîkirina aloziya Sûriyê ye

Xelîl Ebdo ku yek ji endamên Têkiliyên Giştî yên MSD’ê ye dibêje “Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziya Sûriye isbat kir ew projeyeke rasteqîn e û gelek destkeftî jî di piranî aliyan de bi dest xistin.”

Xelîl Ebdo anî ziman “Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî ji gelên herêmê re pêk anîn, aborî bi pêş xist û hinek pirrengiya siyasî li herêmê çêkir.”

Da zanîn jî ku pergala Rêveberiya Xweser li ser bingeha xwebirêvebirina herêman bi xwe ye û di vir de rejîma navendî bi bin ket.

Weke berawirdkirin, Xelîl Ebdo bal kişand ser dema hikumeta Şamê û diyar kir ku saziyên Rêveberiya Xweser, ji gel re ne û yên bi rê ve dibin jî, gel bixwe ye.

Endamê Têkiliyên Giştî yên MSD’ê dawiyê banga naskirina Rêvebriya Xweser kir.

Back to top button