Farûq El-Maşî: Bêdengiya civaka navnetewî rê da ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe fireh bike

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî di berbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de diyar kir Tirkiyê ji bilî wêranî û sûcên dermirovî tiştek neanîye herêmê.
El Maşî destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî rê daye ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe a li herêmê fireh bike.

Di derbarê êrîşên rojane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî axivî û got:

”Dewleta Tirk bi armanca dagirkerina herêmê bi temamê van êrîşan pêk tîne.”

Farûq El-Maşî ji bo herêmên ku Tirkiyê dagirkirine jî wiha destnîşan kir:
Dewleta Tirk herêmên ku dagirkirine yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî xêrûbêran wan talan dike, û bi rêya çeteyên xwe sûcan ji kuştinê, revandin û destavêtinê, li dijî şêniyan pêk tîne.

El-Maşî wiha domand: “Erdogan Efrîn dagir kir û sûcên hovane pêk anîn, dema em bi pismamên xwe yên li wir re diaxivin, ew behsa kiryar û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên bajêr dikin.”

Di dawiyê de Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El-Maşî siyaseta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ê ku dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne, şermezar kir û ev li gotinên xwe zêde kir:

“Erdogan û kesên ku dixwazin împeratoriya osmanî vejînin bikin, dibêjin ku ew dixwazin wan herêman ji şêniyên wê re vegerînin, lê ev yek pêk nehat. Xwediyên resen ên wan herêman, ji Kurd û, Ereban pêk tê niha ji çihê xwe koçberbûne.”

Back to top button