Serokwezîrê Pakistanê Şerîf: Em nikarin dijminahiya bi DYA re bikin

Rêveberiya nû ya Pakistanê naxwaze têkliyên xwe yên li gel Waşîngtonê xera bike.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf diyar kir ku welatê wî nikare bi Amerîkayê re dijminatiyê bike û got:
Divê Îslamabad bi Washingtonê re têkiliyên baş pêş bixe.

Serokezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ji aloziya li nava welat Amerîka tewambar dikir.

Lê rêveberiya nû ya welat, dibêjin ew bi vî wayî nafikirin.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf li paytext Îslamabadê daxuyanî da rojnamevanan.

Şerîf bal kişand ser wê yekê ku welatê wî nikare dijminatiyê bi Amerîkayê re bike û divê Îslamabad bi Washingtonê re peywendiyên baş pêş bixe.

Şerîf da zanîn ku daxuyaniya Komîteya Ewlekariya Neteweyî zelal e û tu komploya derve tune ye.

Şerîf got, ew ê li ser îdiayên komploya biyanî jî avakirina komîsyoneke dadwerî bifikirin.

Şerîf diyar kir ku êrîşa terorê ya li Qereçiyê zirareke mezin gihandiye welêt û destnîşan kir ku ji bo zêdekirina ewlehiya welatiyên Çînê telîmat dane.

Serokwezîr Şerîf rexne li polîtîkayên hikûmeta berê yên li Erebîstana Siûdî girt, bal kişand ser alîkariyên Riyadê û bi bîr xist ku hikûmeta Îmran Xan gotiye bêyî Erebîstana Siûdî pirsgirêka Keşmîrê wê were rojevê.

Şerîf piştî ku bû serokwezîr wê sibê yekem serdana xwe ya fermî bo Erebistana Siûdî bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Îmran Xan ku di encama dengdana pêbaweriyê ya ku 10’ê Nîsanê li Parlamentoya Pakistanê hatibû kirin de 174 dengên na wergirtibû.

Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîf ê ku 3 dewran li welêt serokwezîrtî kiriye.

Şerîf, di hilbijartina 11’ê Nîsanê ya li Meclisê de, bi piraniya mutleq bi 174 dengan wek serokwezîr hat hilbijartin.

Back to top button