
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî reşnivîsa peymanê bi gel re nîqaş dike..
Îro li Dirbêsiyê, Qamişlo û Tirbesipiyê bi welatî, saziyên sivîl û sandîkayan re li ser mijarê civîn hatin lidarxistin.
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina reşnivîsa peymanê bi beşên civakê re, li Dirbêsiyê, Qamişlo û Tirbesipiyê civîn pêkanîn..
Li Dirbêsiyê, civîn li navenda çandê ya navçeyê hat lidarxistin û endamên meclis û saziyên kantona Hesekê beşdar bûn…
Endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Biçûk Ekrem Hiso, Îlham Îsa Metlî û Sabit Cewher Peyman bi welatiyan re nîqaş kirin..
Xalên Peymanê hatin nîqaşkirin û nêrîn û pêşînyarên gel hatin girtin…
Komîteya biçûk a sazkirina Peymana Civakî li Qamişlo jî bi endamên TEV-DEM’ê re civîya..
Civîn li hola Efrîn hat li darxistin û nêrîn û pêşînyarên Sendîke, rêxistin û saziyên sivîl yên ser bi TEV-DEM’ê ve hatin girtin.
Endamên Komîteya biçûk a Peymanê Miwefeq El-Ehmed, Asiya Ebdulah û Senherîb Bersûm li vir amade bûn…
Xalên peymanê hatin xwendin û paşê pêşînyar hatin girtin û niqaşkirin..
Rêveberiya Kedkaran a bajarê Qamişlo Leyla Mio ku beşdarî civînê bû, qale rola jinan di nava peymanê de kir:
Herwiha Ayid Ibrahîm endamê koordînasyona TEV-DEM’ê jî anî ziman ku peyman bi xalên xwe mafê hemû pêkhateyan diparêze:
Li Tirbesipiyê jî, civîn li hola Siyahî hat li dar xistin..
Li vir jî, endamên komîteya biçûk a peymanê Ziyad Rustem, Corcêt Bersûm û Mihemed Nasir amade bûn..
Madeyên Peymanê hatin niqaşkirin û li ser wê pêşînyar hatin nivîsandin…
Komîte armanc dike ku di pêvajoya sêyemîn a sazkirina peymanê de, xwe bigihîne sazî, meclis û beşên civakê da ku naveroka peymanê ji wan re şîrove bike û nêrînên wan bigire.