KCDK-E ji bo çalakiya sibe banga tevlîbûnê kir

Sibe li tevahî cîhanê wê ji bo piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker çalakî werin lidarxistin. Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-Ewropa banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rojava rûmet e, em ê bi berxwedaneke gerdûnî li vê rûmeta xwedî derkevin.

KCDK-E diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya Rojava kar û xebatê bike, ji ber ku ev azadî bi berxwedana Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê dibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heta ku dewleta Tirk ji Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî û tevahiya xaka Sûriyê vekişe wê di asta gerdûnî de her roj bê navber berxwedana xwe bidomînin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê da zanîn ku wê sibe ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê li tevahî cîhanê çalakî werin lidarxistin û got:

Em bang li Kurdistaniyan, dostên Kurdan û hemû mirovahiya pêşverû, rewşenbîr, demokrat, şoreşger û her kesî dikin ku tevlî çalakiyan bibin.

Leave a Reply

Back to top button