Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl da zanîn ku ji ber nebûna pirtûkên xwendekaran ew zehmetiyan dikşînin û nebûna wan jî spart ambargoya li ser herêmê.
Xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê dimînin di nava şert û mercên zehmet de xwendina xwe didomînin.
Xwendekaran diyar kir ku ew perwerdeya xwe di malên kafil de dibînin û gotin “Tevî hemû astengiyan ew li ber xwe didin da ku xwendina xwe temam bikin.”
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl jî piştrat kir ku tevî ambarogoya li ser herêmê lê asta xwendinê baş e.
Bêrîvan bal kişand ser astengiyên wan û xwendekaran û da zanîn ku nebûna pirtûkan dibe asteng li pêşiya xwendinê.