Rûspiyên Ereb û Kurd ên Efrînê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Di rojên dawî de, dewleta Tirk a dagirker dîsa gefên êrişên dagirkeriyê yên nû li bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe..
Li dijî van gefên êrişan gelên herêmê nerazîbûnê nîşan didin.

Rûspiyên Kurd û Erebe ên herêma Feratê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê û gotin ew ê bi her awayî li ber êrişan rabin û bang li hêzên navnetewî jî hat kirin ku bi erka xwe rabe.

Dewleta Tirk ya dagirker ku di nava qeyraneke mezin de digevize dîsa berê gef û êrişên xwe daye li ser bakur û rojhilatê Sûriyê.

Li dijî gefên dagirkeriyê, bi dehan rûspiyên Kurd û Ereb ên herêma Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê li ber bîroya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk kom bûn û daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de gefên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û ev hate gotin:

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevna civakî ya gelên Sûriyê parçe parçe bike.

Dagirkerî wêrankirina xaka Sûriyê didomîne û hîna gefan dixwe.

Em ê li hemberî gefên dagirkeriyê hevgirtî bin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî em rijd in û em ê piştgiriya xwe radigihînin.”

Di daxuyaniyê de, şêx û rûspiyan bang li civaka navdewletî kir ku dewleta Tirk gefên wê rawestînin û erkên xwe yên exlaqî û qanûnî pêk bînin.

Malbatên Şehîdan: Divê cîhan li ber êrişên dewleta Tirk bê deng nemîne

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî, ya niha li Şehbayê, li ser gefên Tirkiyê daxuyaniyek da..

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ew ê li ser şopa şehîdan bin û ev hate gotin:

“Dewleta Tirk, van rojan, li dijî navçeya Til Rifetê gefên dagirkirinê dixwe.

Ev yek, dê bi xwe re metirsiya çete û terorîstan bîne.

Weke encamên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan, em sozê didin dê li ser xeta zarokên xwe bin û dê nehêlin Erdogan bi vê şa bibe.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û tevaya rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kir ku li dijî Erdogan û gefên wî rabin û bisekinînin.

Back to top button