‘Tu bingeheke qanûnî tune ye’

Parêzer Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi Rêber Ocalan re ji bo 6 mehên din ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye. 

Têkildarî mijarê, parêzer û hevseroka ‘Desteya Parastina Parêzerên Birêz Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ Xedîce Îbrahîm axivî.

Xedîce Îbrahîm got:

“Ev cezayê ku ji aliyê ‘saziyên edaletê’ yên dewleta Tirk ve tê ferzkirin, ti bingehek wê yê qanûnî tune ye.

Hîn jî bi reng û rêbazên cuda komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didome.

Yek ji rêbazên domandina vê komployê “Cezayên Dîsiplînê” ye…

Li ser armancên ferzkirina “cezayên dîsiplînê” parêzer Xedîce Îbrahîm wiha got:

“Hewl dide hemû têkiliyên di navbera rêbertî û gel de qut bike..”

Xedîce tekez kir ku divê (CPT) encamên serdana xwe ya dawî ya Îmraliyê eşkere bike.

Back to top button