Li Mexmûrê 3.konfiransa YXA’yê bi dawî bû

Duh danê sibehê li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 3. Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) hat lidarxistin.
Danê êvarî bi hilbijartina hevberdevkên YXA’yê bi dawî bû.

Konfirans bi diruşmeya ‘Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin’ hat lidarxistin..

Bi beşdarbûna sedan xwendevan û mêvanan Konferansê rojekî berdewam kir.

Di Konferansê de li ser rewşa rêxistinî û xurtkirina kar û xebatên xwendevanan nirxandinên berfireh hatin kirin.

Her wiha sînevzoyana girêdayî xebatên YXA’yê hate temaşe kirin.

Piştre rêziknameya Yekîtiya Xwandevanên Azad hat xwendin û erê kirin.

Her wiha endam û berdevkên Meclîsa YXA’yê di konferansê de hatin hilbijartin.

Xwendevanan 3. Konferansa xwe diyarî Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Zapê kirin.

Back to top button