Duh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şanoya Evdalê Zeynikê hat pêşandan.
Cara yekemîn şanoya Evdalê Zeynikê li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Girkê Legê hat pêşandan..
Duh jî li navenda Çand û Huner a Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, hate pêşandan.
Şano behsa jiyana Evdalê ku bi navê Zeynikê tê naskirin û yekem stranbêjê ku destanên kurdî kiriye stran.
28 şanoger di şanoyê de cih dgirin.
Her wiha tê payîn ku li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev şano were pêşandan.