HDP’ê encamnameya civîna xwe ya 10 û 11’ê Îlonê eşkere kir

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya ku 10 û 11’ê Îlonê li darxistin, eşkere kir.
HPD’ê diyar kir Tifaqa AKP û MHP’ê dijminatiya Kurdan dike û hat gotin, “Bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyê derkeve holê.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê encamnameya civîna xwe ya di 10 û 11’ê îlonê ku lidarxist eşkere kir.

HDP’ê di encamnameyê de diyar kir ku Tifaqa AKP û MHP’ê dijminatiya Kurdan dike û wiha hat gotin:

HDP: Armanca AKP-MHP’ê tunekirina nirxên gelê Kurd û Erebe

“Vê tifaqa şer, siyaseta xwe li ser dijmintiya li dijî Kurdan ava kiriye.

Ji ber wê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.

Dixwaze bi Sûriyê re hevdîtinê bike û destkeftiyên Kurdan ji holê rake.

Hedefa sereke ya desthilatdariyê nirxên demokrtîk ên gelê Kurd û Ereb ji holê rake.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyê divê ji qada ku dagir kirine, vekişin.”

HDP: Bi dawîkirina tecrîdê re wê rola girîng ya Ocalan a di aştîyê de derkeve holê

HDP’ê diyar kir ku Desthilata AKP û MHP’ê li Îmraliyê li hemberî Rêber APO tecrîdeke giran dimeşîne û wiha dewam kir:

“pergaleke êşkenceyê ya ku tu mînaka wê nîne, ava kirine.

Bi tecrîdê re dixwazin doza Kurdan bi dawî bikin.

Bi bidawîkirina tecrîdê re wê rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyê derkeve holê.

Ji xwe DMME derbarê rêzdar Ocalan de biryara ‘Mafê Hêviyê’ daye û divê ev biryar were pêkanîn.”

HDP’ê balkişand ser şerê tê maşandin û diyar kir ku şer ne tenê bandorê li ser qedera gelan dike, di heman demê de pêşiya talana xwezayê jî vedike.

HDP: Desthilata AKP’ê li her qadê feraseta derbekar a 12’ê Îlonê didomîne

HDP’ê diyar kir wê di 17’ê Îlonê de li hemberî bidawî kirina şer û talana xwezayê meşekî li dar bixin û ber bi ciyayê Cûdî ve bimeşin.

HDP’ê bal kişand ser salvegera 42’emîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û got:

“Li her qadê desthilatdarî bi desteser kirina şaredariyan û zextên li ser civakê re vê feraseta darbekar didomîne. ”

HDP’ê di dawî de diyar kir ku 24’ê Îlonê de wê meşa demokrasiyê ya mezin a gelên Tirkiyê bide destpêkirin, û nexşerêya xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Back to top button