Qubad Talebanî: Niha û ji her demê zêdetir divê em bibin yek

Li dijî hevkariya PDK’ê ya digel dagirkeriyê, bang û bertek zêde dibin. Qubad Talebanî got ku bila ti nebe sedema perîşaniya Kurdan û banga yekîtiyê kir. Parlamenter Umer Gulpî jî bang hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku digel Îraqê li dijî dagirkeriyê ji xaka herêmê derxin.

Êrîşa PDK’ê ya li ser herêma Metînayê bûye cihê dax û mixabiniyê.

Di vê derbarê de, gelek aliyan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Cîgirê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî bi daxuyaniyekê got:

“Berhemê alozî û nakokiyên me yên berê, tenê binkeftin û bêhêvîtî ji bo gelê Kurd bi xwe re anîne û heya niha em baca vê yekê datînin.

Bila ti aliyekî Kurd nebe sedema perîşaniya Kurdan.

Divê niha û ji her demê zêdetir, em bibin yek û li dijî dijmin û dagirkeriyê hevgirtî bin.”

HDK: Divê aliyên Kurdî bi diyalogê pirsgirêkan çarser bikin

Hizba Demokrat a Kurdistanê jî ji bo çareserkirina nakokiyan, bang rûniştin û diyalogê li aliyan kir.

HDK’ê destnîşan kir ku, eger guftûgo nebe, dê ziyaneke mezin bigihêje Kurdan û doza Kurdî.

Umer Gulpî: Divê Hewlêr û Bexda digel hev dagirkeriyê rawestînin

Der barê êrîşên Tirkiyeya dagirker de jî, parlamenter Umer Gulpî anî zimên ku wan daxwaznameyek radestî serokatiya parlamenê kiriye.

Di daxwaznameyê de, tê xwestin ku ji bo derxistina leşkerên Tirk parlamen di zûtirîn demê de bicive.

Umer Gulpî bang li serokatiya Başûrê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî kir ku digel Îraqê li dijî dagirkeriyê rawestin.

Momosteyên Zanîgeha Koyeyê: Divê hevkarên dijmin nebin sedema rijandina xwîna Kurdî

Mamosteyên Zanîngeha Koyeyê her wiha banga yekgirtin, pêkvejiyan û aştiyê kir û got ku divê hevkarên dijmin nebin sedema rijandina xwîna Kurdî.

Back to top button