Meclîsa Leşkerî ya Minbicê civînek awarte ji hemû fermandar û saziyên girêdayî xwe re lidar xist.
Navenda Ragîhandinê ya Melîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ” tevî rêveberiya Sivîl a Minbicê daxwazên gel pêk anîn, lê hîn hin alî dixwazin tevlîheviyê derbixin û aramî û ewlekariya Minbicê tevlîhev bikin.”
Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku hikûmeta Şamê û Tirkiyê di vê demê de hêzên xwe tînin ser sînorê Minbicê û ev tişt hat gotin:
“Hêzên hikûmeta Şamê hejmarek zêde ya çekdarên xwe di xeta di navbera gundê Cib Mexzem û Heta Til Eswed bi cih dike.
Hêzeke mezin anîne deriyê El-Tayha û Ebû Kehic a başûrê Minbicê.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji hemû fermandar û şervanan hate xwestin ku li gorî berprisyariya pêkanîna armaniya minbicê tevbigerin.