PDK’ê zêdeyî 40 qereqol li sînorê bi Rojavayê Kurdistanê ve ava kirin

PDK’ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya xeta sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re ava kir û alavên leşkerî yên giran û hêzên leşkerî lê bi cih kirin.

PDK çekên giran nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûr a beramberî Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi cih kirin û dest bi avakirina qereqol û nuqteyên leşkerî kir.

Ev gav di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û herêma Heftenînê zêde kirine, hate avêtin.

Li gorî çavkaniyan, PDK’ê heta niha derdora 40 qereqol li dirêjahiya xeta sînor a bi Rojava re ji qontarên miqabilî Deriyê Sêmalkayê bigire, heta digihêje Pêşxabûrê ava kirin.

Li sêgoşeya sînor (Bakur, Başûr, Rojava) 3 qereqol hatin avakirin, her wiha liv û tevgera leşkerî û bicihkirina çekên giran li herêma Pêşxabûr hate dîtin.

Siyaseta ku PDK li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, eynî siyaseta dewleta Tirk a dagirker ya ku dîwar û xendeqan di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lê dike ye.

Balkêşe ev gava PDK’ê piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê hate avêtin.

Back to top button