Leşkerên AKP’ê goristanên li Hezexê jî xera kirin

Ev demek e, hikumeta faşîst AKP’ê bi leşkerên xwe, berî daye gortistanên gerîllayên HPG’ê û bi awayekî hovane êrîşî gorên li Bakurê Kurdistanê dike û wan yek bi yek xera dike. Herî dawî jî, leşkerên Tirk ên faşîst bi horsan û amûrên hesin, goristana gundê Hespîstê yê Hezexê xera kirin. 

Piştî Wan, Amed, Mûş û Colemêrgê vê carê jî li gund û navçeyên Şirnexê leşkerên Tirk goristan xera kirin.

Li gundê Hespîstê yê navçeya Hezex ya Şirnexê, 6 gorên gerîlayên HPG’ê ku di demên cuda de şehîd bûbûn, hatin xerakirin.

Leşkerên ku bi wesayitên zirxî 4’ê Nîsanê hatin gund, bi horsan ku amûrekî hesin e, kêlên goran xera kirin.

  1. Gundiyan diyar kir ku heman goristan sala 2016’an jî hatibû xerakirin.
Back to top button