Li Kantona Hesekê kargehek kehrebeyê hat hilweşandin

Yek ji kargehên kehrebeyê ku kantona Hesekê bi Bendava Firatê ve girêdide, hat hilweşandin, ev yek dibe sedema qutbûna kehrebeyê li seranserî kantonê.

Li Rojavayê bajarê Hesekê li nêzî gundê Um Medfa, kargehek keherbeyê hat hilweşandin.

Li gorî Rirêvberiya Kehrebeyê ya Herêma Cizîrê, îro xebatkarên sererastkirinê çûn cihê bûyerê da çaksaz bikin.

Heya ev yek pêk were jî, wê hemû stasyonên Cizîrê, ji turbînên Swêdîkê werin tîmarkirin.

Rêveberê giştî yê kehrebeyê Akram Suleiman jî diyar kir ku tê payîn sibe çaksazkirin bi dawî bibe.

Back to top button