Rûsyayê li Eyn Îsayê tetbîqata leşkerî pêk anî

Balafirên şer ên Rûsya li çolistana Sûriyê navendên DAIŞ’ê bombebaran kir û li navçeya Eyn Îsayê tetbîqatên leşkerî kirin.

Li rojhilatê Eyn Îsayê û li ser xetên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê balafirên Rusyayê bombeyên ronîkirinê avêtin.

Ev cara 3’yemîn e ku tetbîqatên leşkerî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin.

Di 31’ê Cotmeha borî de Rûsyayê û hikumeta Şamê cara yekemîn tetbîqatên leşkerî yên hevbeş li navêeyaTil Temirê pêk anîn.

Duh jî li gundewarên rojavayê Girê Spî jî tetbîqatên leşkerî hatin kirin.

Balafirên Rusyayê li çolistana Sûriyê navendên DAIŞ bombebaran kirin

Li gorî nûçeya ANHA’yê Balafirên şer ên Rusyayê 15 caran deverên DAIŞ’ê ên li Aserêya û Rehcan ên li çolistana rojhilatê Hemayê û heta çola Resafê ya li Reqayê, bombebaran kirin.

Balafir û helîkopterên Rûsya li ser Şehbayê û Babê geriyan

Hate ragihandin ku vê sibê Balafirên şer ên Rusyayê li asîmanê navçeya Til Rifet û bendava Şehba yên Şehbayê geriyan.

Di heman demê de Helîkopterên Rûsya li ser eniyên şer ên li bajarê Babê yê dagirkirî jî geriyan.

Back to top button