Serokwezîrê Macaristanê Orban careke din rewşa awerte ragihand

Serokwezîrê Macaristanê Orban bi îdiaya ji bo parastina welatê xwe ji bandorên aborî yên neyînî yên şerê Ukraynayê, rewşa awarte ragihand.
Rêxistinên mafên mirovan li dijî biryarê bertek nîşan dan.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ji ber şerê Ukraynayê li welatê xwe rewşa awarte ragihand.

Orban doh êvarî biryara xwe ya li ser vê mijarê ragihand û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi rewşa awarte ya ji nîvê şevê ve ketiye meriyetê, Macarîstanê ji geşedanên neyînî yên aborî yên ku ji ber Şerê Ukraynayê derketine, biparêzin.

Rewşa awarte, ku berê ji hêla Viktor Orban ve ji ber pandemiya Covid-19 ragihandibû, wê hefteyekê dewam bike.

Serokwezîr Orban li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê derbarê mijarê de daxuyanî da û got,

“Cîhan li ber krîzeke aborî ye.

Divê Macarîstan li derveyî vî şerî bimîne û ewlehiya aborî ya gelê xwe biparêze.”

Parlamentoya Macarîstanê herî dawî ji bo rewşên şer di destûra bingehîn guhertin dabû çêkirin.

Bi vê yekê re serokwezîr êdî dikare rewşa awerte ragihîne.

Partiya rastgir a neteweperest Fidesz (Yekîtiya Hemwelatiyên Macarîstan) ku Viktor Orban serokatiya wê dike, di parlementoyê de ji sêyan du yê li parlamentoyê di destê xwe de digre.

Rêxistina mafên mirovan TASZ (Yekîtiya Azadiyên Welatiyên Macarîstan) ku li Macarîstanê kar dike, îdîa kir ku hikûmeta Orban ji bo “Rewşa Awarte ya bêdem” dinava hewildanê de ye.

Rêxistinê teqez kir ku ev pêkanîn “mafê dide Orban ku mafên bingehîn ên hemû mirovan bisînor bike an bi tevahî betal bike”.

Viktor Orban ku 12 sal in li welatê xwe serokwezîrtî kiriye, tê îdiakirin ku ji bo demeke dirêj mafên bingehîn, cihêbûna desthilatan û azadiya çapemeniyê sînordar kiriye.

Back to top button