Kiliçdaroglu: Erdogan bi rêya weqfan pereyan vediguhêze Amerîka

Serokomarê Tirkiye Erdogan û malbata wî, di rewşa têkçûna deshilata wan ya li welat de, amadekariyên revê dikin.
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ragihand ku li ser vê yekê belgehên cuda li gel wan hene.
Kiliçdaroglu îdia kir ji weqfa ku li DYAyê hatiye avakirin re bi rêya weqfên TÜRGEV ​​û Ensarê, 1 milyar lîre hatiye şandin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di vîdyoya ku li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand de derbarê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî de îdiayên balkêş kirin.

Kiliçdaroglu destnîşan kir ku li DYAyê weqfek hat avakirin û wiha got:

“Belgeyên me hene, hemû herîkîna pereyan bo wir jî di destê me de ye.

Weqf ya malbata Erdogan e.

Ji bo bidestxistina mafê ruxsetê ji bo vê avahîya eniyê, pêdivî bi pereyan heye.

TURGEV ​​û Ensar.

Van weqf dest bi şandina pereyan ji welatiyekî Amerîkî re dikin…”

Kiliçdaroglu, anî ziman ku van weqfên navborî carekî 20 milyon û careke din jî 0 milyon dolar transfer kirine û wiha got:

“TURGEV Ensar e, ranawestin, dawî li lîsteya şandina pereyan nayê.

Nivîsînên hemûyan di destê me de ne.

Ji wan re… di cih de 1 milyar lîre sewqî DYA’yê dikin.”

Kiliçdaroglu wiha dewam kir, “Yên ku xwe amade dikin birevin Amerîkayê, hûn difikirin ku hikûmeta nû we li wir bi tenê bihêle? Hûn pir şaşin.”

Kiliçdaroglu: Plana revek berfireh tê kirin

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe ya îro da daxuyanî da û got,

“Plana reva komî di meriyetê de ye” û diyar kir ku Erdogan bi avahiyên paralel ên ku wek weqfan tên veşartin, pereyên mezin şandine derveyî welêt.

Back to top button