Li Efxanistanê rêveberekî El Qaîdê hate kuştin

Asayîşa Nîştimanî ya Efganistanê ragihand ku di operaysonekê de yek ji rêvebeên El Qaîdê hate kuştin.

Asayîşa Nîştimanî ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di operaysonekê de yek ji rêveberên El Qaîdê li wîlayeta Ferah hate kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn;”Hêzên me yên taybet di operasyonekê de berpirsê tora El Qaîdê Mihemed Henîf bi nasnav Ebdullah li Sibhe Qareya Hind (Hindistan-Pakistan-Efganistan) kuştin.

Mihemed Henîf welatiyê Pakistanê ye û xelkê bajarê Kerac bû.

Li bajarê Bekwah ê wîlayeta Ferah hate kuştin. 2 jinên li gel jî hatin girtin.”

Back to top button